Zaxo – Gundekî din jî ji ber şerê PKK û Tirkiyê hat valakirin!

Li devera Batîfa ya bajarê Zaxo, gundekî din ji ber şerê PKK û Tirkiyê hat valakirin.
Qaymeqamê nahiya Batîfa ya Zaxo, Dilşêr Ebdulsetar ji BasNews êre got, îro xelkê gundê Keşanê, bi yekcarî û ji ber şerê PKK û Tirkiyê gundê xwe berdan û koçber bûn.
Dilşêr Ebdulsetar her wiha got, me xelkê gund derbasî nav Batîfa kiriye lê ev çareyeka demkî ye. Kengê rewş baş bû dê dîsa vegerin gundê xwe.
Endamê encumena parêzgeha Duhokê, Idrîs Herkî jî ji BasNewsê re got, heta niha ji ber şerê PKK û Tirkiyê derdora 300 gundên Duhokê vala û wêran bûne û bi milyaran dînar ziyan gihîştiye xelkê deverê.
BasNews