top of page

YNK qatilên pêşmerge û gelê Kurd radestî Îraqê kirin


Li gor zaniyariyên berdest rêveberatiya Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê ya li Silêmanî, li gel qaşo parêzgarê Kerkûkê Rakan Cebûrî yaku piştî xiyaneta 16ê Cotmehê weke parêzgarê Kerkûkê hatibû diyarkirin, li ser radest kirina terorîstên girtî yên DIŞIê lihev kirine.

Hate zanîn ku di çarçoveya rêkeftina han de YNK 150 terorîstên girtî yên DIŞIê yên ku di girtîgeha Silêmanî de bûne, radestî Rakan Cebûrî kiriye.

Ev terorîstên han li devera Hewêceyê yaku tê de pêşmergeyên dîl girtî di nava qefesan de hatibûn şewitandin, hatibûn girtin.

N: E. G

KTV

bottom of page