Xişm û bêtarên du salên dagîrkeriya li Efrînê

Şukrî Dedo
Bi dirêjiya du salan herêma Efrînê li bakur rojavayê Sûriyê bûye devereke ne aram, serberdayetî û zikreşî, binpê kirin û tawanên cuda hatinebikaranîn; piştî ku aramî û pêşveçûneke baş di çend salan de dîtibû.
Hêrişa artêşa Turkiyê û milîsên Hemahengiya Sûrî-Îxwanî li dijî Efrînê, di despêka sala 2018 an de, tersî mada /51/an ya belgeya NeteweyênYekbûyî (UN) bû, ji ber ku tu êriş yan gefûgur ji aliyê Efrînê ve tune bûn, û ne jî metirsî li dijî Turkiyê çêdikir. Lewre, dijmindariya Turkiyê li ser Efrînê li gor sîstema Roma bingehîn ya dadgeha cînayet a navdweletî tawan e, û li gorî peymana"Lahay 1907an" û navnîşanên zagonên navdewletî dagîrkerîye.
Xişm û bêtar bi ser xelk, kevir û darên Efrînê de hatin; tawanên cengê û yên li dijî mirovatiyê, guhertinên dîmografîk, yên digihin asta qirkirina milî, berdewam li dijî Kurdan dihêne bikaranîn.
- Kuştina kîndar û komkujiyên sivîlan: Di dema hêrîşê de, kumkujî di (Tîmargeha mirîşkan ya Robariya, Mabeta, Kobelê, Basûtê, Hêkicê, xestexana Avrîn, Berbenê, Cindirêsê, Firîrê, taxa Mehmodiyê, Yalanqozê...) de çêbûn, û kewranên piştgiriyê yên sivîlan hatin aramanckirin; lewre, hejmara şehîdên sivîl gihişte /300/î, bi dehan ji wan zarok û jin bûn, û bêtirî 1000î birîndarbûn, û ji roja dagîrkeriyê, 18 Avdara 2018an ve,heya nuha nêzî 100 kesî hatine kuştin, ji bilî mirinên di bin zordarî û zehmetiyan de.
- Perîşantî û Koletîkirina sivîlan: Piraniya deriyên kar li pêş xelkê Efrînê hatin girtin, mal û mewalên wan hatin talakirin, jêderên pêdiviyên jiyanê miçiqîn, çi yên zeytûn û çandiniyê, dewêyêr û mirîşkan, yan pîşesazîû bazirganiyê; nimûne, girtina dora /800/ kargehên dirûna cil û bergan; bi ser de jî, koletîkirinahin xelkê ji aliyê serkêşên milîsan di karan de.
- Dûrxistina nişteciyên resen û guhartina dîmografîk: Di bin derbeyên cengê de bêtirî /250/ hezarî ji nişteciyên resen, bi zorê penaberbûn, û vegera dora 200 hezarî ji wan qedexe bû, ji aliyê artêşa Turkiyê û milîsan ve; û heya nuha bi sed hezaran ji xelkê Gota-Şam, gundewarê "Himis, Hema, Idlib û Helebê" anîn û li Efrînê cîbicîkirin, di cîwar, mal û mewalên Kurdan de, yên ku hebûna wan ji 95% daketî kêmtirî 20% an, û rojane zordarî li wan dibe, da ku hin din xaka xwe berdin û koçber bibin.
- Îşkenceyî û îhaneta mirovan: Rojane xelkê Efrînê rastî îhanet û nerindiyan tên, pir kes hatine û têne binçavkirin yan revandin, di nav de êrgan, jin û kalmêr hene, ew hemî têne îşkencekirin, û pereyên pir ji xwediyan têne standin; û çarenûsa bêtirî 1100î ne diyare.
- Revandin, Binçavkirinên sitem û tewşankî: Bi dehan Kurdên sivîl hatin revandin ji aliyê çetan ve, hin ji wan hatin kuştin û hin wendane, û xwediyê yên berdayî peren pir dan. Artêşa Turkiyê xuyanekir ku çend dîlên Kurd li cem hene; lewre, bêtirî 1100î ji girtiyên bi tundî veşartî, çarenûsa wan ne diyare, û hinên hatine berdan çêrokên hovane li ser îşkenceyiyê hewaldidin. Binçavkirinên sitem û tewşankî di bin çavdêriya Îstîxbarata Turkî de li herêma Efrînê berdewame, bê sûc û gune, ji bilî "têklî bi Rêvebiriya Xweser ya berê re", ewjî li gorî zagona mirovahî ya navdewletî (mada 70 ji peymana Cinêv ya çaran 1949an), çê nabe tu kes li ser helwest û têkliyên xwe yên berî dagîrkeriyê tawanbar be. Li beramber girtinan, mal û mobayl têne sekirin, û girtî li pêş xwediyan têne lêdan, hin ji wan jî êrgan, jin û kalmêrin, hin bêtirî carekê hatine girtin, û ji hemiyan pere têne standin, da ku piştî zîndankirinê, li cem "dadgeha destladarên dagîrker"werin berdan, ya ku bingeheke danasînê li ser wan çêdike û dide Îstîxbarata Turkiyê.
- Zordariya rewşenbîrî û netewî: Li ser bingeha nêrînên nijadperest û şoven pirî caran berpirsên Turkiyê û milîsên cîhadîst gotine: Kurd kafir, kêmdîn û îman, cudaxwez û têrorin! Fetweyên talana arziyên wan derxistine! Lewre, zordariyekerewşenbîrî û netewî li ser Kurdan tê meşandin, ji dijîtiya çand û zimanê Kurdî, guhertina navên hin gund û bajarokan, qedexekirina cejina Newrozê, hilweşandina pûteyê Kawayê Hesinkar…Heya dana "Nasnameyên Kesayetî" yên bi zimanê Turkî û Erebî, yên ku hemî, nişteciyên resen û yên hatine cîbicîkirin weke hev dikin, li beram berîbelavkirina çandeke Osmanî nû, di riya komele, dibistanên Îmam El- Xetîb, çalakiyên xortan, korsên zarokan û hildana Ala Turkî re, mebest jê ewe ku xelkê bikin Turkçî.
- Zordariya Olî: Kurdên Êzdî koçber bûn û hin ji wan hatin îşkencekirin û kuştin, û yên li herêmê mane nema dikarin weke berê oltiya xwe aşkere bikin û nejî bi cejinên xwe şabibin, lewre, pir mezarên wan hatin xerakirin û dizîn. Hinde Xiristiyanên ku hene newêrin ola xwe diyar bikin, û dizî li tekane Kinîseya li bajarê Efrînê hate dizîn û girtin li ser destên milîsan. Û tiştên pir ji Mizgeftan (Fereyên baqirî, Sicade, Amûrên deng, Tablo û beteriyên êlikriîkê) hatin dizîn, ji bilî bombebaran û xerakirina hin Mizgeft û pir mezarên Îslamî. Ji alîkî din ve, di riya komele, Îmam El-Xetîb û dibistanên olî, çandeke olî Osmaî û tundrew tê belavkirin.
- Armanckirina mal, cîgehên taybet û gelemper, û destserdana arziyan: Bi derbên giran û bombebarankirina gund û navçeyên Efrînê, pir mal û cîgehên taybet û gelemper xerabûn, yan hilweşîn (Dibistan, Mizgeft û Mezaran, Nexweşxana Avrîn, Navendên bijîjkiyê, Nanpêjgehan, Cîgehên ava vexwerinê û yên avdana çandiniyê, Serjêgeha pêz, Tîmargeha mirîşkan, Guvêşgehên Zeytûnan, Cîgehên rêvebiriyê…), û ji roja yekem ve milîsan dest bi dizîna hemî tiştan kirin (Xwerin û Vexwerin, Amûr û Alav, Makîne, hin Guvêşgeh û Kargeh, Dewar û Mirîşk, Baqir û Tiştên malan, Alav û Beteriyên êliktrîkê, Berhemên zeytûna, Fêkî û Tene…), lewre, roja 18 Avdara 2018an, bi "Roja hêrişa Kuliyan"hate nasîn, ji ber ku piraniya tiştê bajarê Efrînê di wê rojê de hate dizîn, ji aliyê milîsan ve. Ji bilî destserdana nêzî nîvî mal û milkên xelkê, û tevahiya hin gundan (Qestel Cindo, Baflûn, Sînka û Berava- navça Şera, Cilbir, Kobelê, Dêrmişmiş, Zirêkat, Basilê û Xalta- navça Robariya, Çiyê û Dêwrîş- navça Reco, Şêxorz û Qota- navça Bilbilê, Tillif…) û qedexekirina vegera xelkê wan, ji ber ku kirine cîgehên leşkerî.
- Zirar bi Jîngehiyê: Nêzî 15 hezar Hêktar ji tevahiya 32 hezar Hêktar li Efrînê, di çiyayên (Robariya, Şêrewa, Şera, Bilbilê, Reco, Mabeta, Şiyê, Cindirêsê, Mehmodiyê) de, ji dar û kelemêndaristana, û bi sed hezaran darên zeytûnê, hatine qutkirin yan şewitandin, bona çêkirina cîgehên leşkerî yan ji bo Êzinga û Komirê.
- Hilweşandina Mezel û Şûnwarên dîrokî: Bi bomban û amûrên giran mezelên Şehîdan li (Kefirsefrê, Metîna, Keferşîlê) hatin hilweşandin, û hin gorên kesayetiyên bi nav û deng, yan hine bi Kurdî li ser nivîsandî, hatin xerakirin, weke ya nemir Nûrî Dêrsimî û ya şehîd Kemal Henan. Û pir Şûnwarêndîrokî (Êndarê, Nebî Horî, Teqilkê, Berad), Tilên (BircEbdelo, Qîbarê, Cindirêsê, Gemrûkê, Sêmalka, Ziravkê, Kitix, Dirûmê, Dudêra Meydankê, Merwaniyê jêrîn, Cirnazê, Bazariyê, Xirabê Elo, Kûra, Bilêlko…) hatin kolan û tiştên nirxbuha jê hatin dizîn, bi ferman û çavdêriya Îstîxbarata Turkiyê, piştî ku hin şûnwardi rojên cengê de hatibûn bombebarankirin.
- Îxtîsab û zewaca ne bi dilraziyê: Hin nûçe hene ku, Îxtîsab û zewaca ne bi dilraziyê dermafê hin jin û keçan, ji aliyê milîsan ve çêdibin, lê piraniya wan û xwediyan naxwezin aşkere bikin.
- Penaberên Efrînê: Ji bilî yên ku, berî sala 2018an koçberbûne, bêtirî 200 hezar ji xelkê Efrînê penaberbûn, jê 85 hezar heya nuha li gundewarên Şêrewa û Şehbayê - bakurî Helebê dimînin, jiyaneke kambax derbasdikin; dora 9 hezaran ji wan di kampên çadiran de dijîn, û pirî caran hêzên artêşa Turk û milîsan wan gundan armancdikin, û xelkê sivîl şehîd dibin, weke kumkujiya bajarokê Tilrifetê, di roja 02.12.2019an de.
- Lawaziya xizmetguzarî û avahiyên bingehîn: Avahî, alav û cîgehên ava vexwerinê, êliktirîk, telefon, xestexane, dibistan, enûstut û zanîngeh… HWD hatin dizîn û xerakirin, û xizmetguzariya wan pir lawaz bûne.
- Dîwarêcudawaziyê: Artêşa Turkiyê dîwarekî ji çîmentuya hesinî bi bilindiya 2m li derdora cîgeh û binesaziyên ewlekar û leşkerî, û li pêş gundên (Kîmarê, Mêriyemînê, Cilbirê)- Çiyayê Lêlûn girtiye;pêngaveke bi guman e di projeya avakirina dîwarekî cudawaziyêde ku, Efrînê ji bakurî Helebê biqetîne.
- Ne aramî, Serbedayetî û guhnedana giliyên nişteciya: Hikometa Anqerê bi zanebûn rewşa herêmê di serbedayetiyê dihêle, û ew encûmenên xwecihî ku çêkirine wek destik di pîlanên xwe debi kar tîne; destên milîsan berdane ku, her giropek bi kêfa xwe bi xelkê re bide bistîne, sitem û zordariyê li ser wan bi meşîne; Lewre, binpê û tawan dermafê Kurdan bê ceza û dadmendî derbas dibin, yên gunehkar ji cezayan difiltin, û giliyên nişteciyan li cem destlatên heyî, berpirsên Turk û milîsan red dibin, bê guhdan û lêkolîn derbas dibin, bi ser de carna xwediyê giliyan îhanet dibin.Ji alikî din ve, ew giropên çekdar yên çete xwe bi xwe lihevdixin, ji nav wan birîndar û kuştî dikevin; û herdemekê otombîl û avêjtok li Efrînê diteqin, dibin sedema ziyanên mezin, û birîndariya û têkçûna jiyan sivîlan; heyameke bi tirs û hovane heye, ji ber wê piraniya xelkê newêrin li ser bênpêkirin û tawanan bipeyvin û daxuyankin.
Ji ber ku, Turkiyê bi darê zorê û hêzên xwe yên leşkerî serdesta parekî ji xaka dewletek din dike (Efrîna Sûryê), ev prosedagîrkerîye, lê ew xwe weha na de pêş, zagona mirovahî ya navdewletî, ûbiryara Encûmena Ewlehî ya navdewletî 2254-2015an jî binpê dike; herêma Efrînê dorpêçkiriye û li pêş ragihandinê, şandên perlemanî, rêxistinên sivîl û mafdariyê, perdeyeke reş bi serde berdaye, dixweze civaka Kurdî ji kokê de bi hejîne.
Kurdên Sûriyê, bira û dostên wan, xebata xwe berdewamdikin; pîlanên Turkiyê yên nijadperest û şoven, bênpêkirin û tawanan, guhertinên dîmografî yên ku, li dijî Kurdan dihêne kirin, aşkere û rûreşdikin; ta bigihên asta bi dawîkirina dagîrkeriyê û dawîbûna rêxistin û milîsên cîhadîst yên tundrew.
RÛDAW