top of page

Xelkê gundên Dêrikê li dijî bicîbûna hêzên Rûsî derketin


Hêzên Rûsyayê, ji bo cara yekem li gundên rojhilatê bajarê Dêrikê, li nêzîk deriyê Sêmalka geriyan, xelkê gundên rojhilatê Dêrikê li dijî bicîbûna hêzên Rûsî derketin û bi gotina wan navçeya wan aram e û pêwîstiya wan bi hêzên Rûsî tuneye.

Hêzên Rûsyayê hebûn û gerên xwe li herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê berfireh dikin û ji bo cara yekem li sêgoşeya sînorî ya bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê dewriyeyên serbazî encam didin. Herwiha ji bo yekem car ew hêzên li navçeya rojhilatê Dêrikê digerin û digihêjin nêzîkî Deriyê Sêmalka yê Sînorî di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de.

Roja çarşemê, dewriyeyeke serbazî ya Rûsî ji gundê Qesir Dîbê, ku 5 kîlometreyan li bakurê bajarê Dêrikê dikeve û tenê 2 kîlometreyan ji ji sînorê hevbeş di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de dûr e dest bi gera xwe kir.

Heman dewriyeyê gera xwe ber bi rojhilat ve domand û ji gundê Zihêriyê li ser qeraxa Çemê Dicle berê xwe da gundê Rikava ku ji bo cara yekem hêzên Rûsyayê digihêjin wî gundî.

Welatiyekî ji nav gundê Rikava ji Rûdawê re got ku dewriya Rûsî demjimêr 12.30 bi pasevaniya helîkopteran gihaşte gund. Heman welatiyî ji Rûdawê re da zanîn ku demjimêr 16. 42 xulekên careke din helîkoptereke Rûsî di ser gundê Rikava re derbas bû.

Gundê Tilêlûnê ne ku nêzî 2 kîlometreyan li başûrê Rikava ye û tenê 10 kîlometreyan ji deriyê Sêmalka yê sînorî dûr e.

Welatiyên navçeyê nerazîbûna xwe ji gera hêzên Rûsî nîşan dan ji ber ku, bi gotina wan, navçeya wan aram e û pêwîstiya wan bi hêzên Rûsî tuneye. Jinek dibêje niha pêwîstiya wan bi hêza Rûsî nîne jixwe navçeya wan aram e, lê bila herin Serê Kaniyê.

Derbarê gera dewriyeyên Rûsî de, Brett McGurk, şanderê berê yê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê twetek avêt û bi tundî rexne li Doland Trump girt û got: “Niha, hêzên Amerîkayê danûstandinan ligel yekîneyên serbazî yên Rûsî li bakurê rojhilatê Sûriyê dikin da ku di wan riyan re biçin ku berê li jêr kontrola mebûn, berî biryara bêserûber a Trump bi radestkirina navçeyê bo hêzên dijmin. Ev rewş dê berdewam nebe."

Piştî ku serokê Amerîka Donald Trump, roja 14ê cotmehê, ragihandibû ku welatî dê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. Roja 22yê cotmehê, Viladimir Putin, serokê Rûsya û Recep Tayyip Erdogan, serokê Tirkiyê, rêkeftineke Îmze kirin ku li gor wê, Tirkiyê û Rûsya dewriyeyên hevbeş bi kûrahiya 10 kîlomretreyan bi hev re encam bidein. Herwiha Rûsya hejmarek binkeyên serbazî li rojavayê Kurdistanê dirûstkirin. Di encamê de, rol û bandora Rûsyayê li rojavayê Kurdistanê li ser hîsabê Amerîka bihêztir dibin.

RÛDAW

bottom of page