WHO: Di şerê dijî vîrusa korona de pêşengiyek cîhanî ya hevbeş pêwîste

Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Duşemê got ku di şerê dijî vîrusa koronayê de, tunebûna pêşengîya cîhanî û têkoşîna hevbeş, kêşeyeke ji koronayê mezintir e.
Ghebreyesus dîyar kir ku sîyaskirina pendemîya korona ew vîrus hîn xirabtir kir, lê wî zelal nekir ku mebesta wî çi ye.
Ghebreyesus got: “Sîyasîkirina vê pandemîyê pirsgirêk hîn xirabtir kir. Kêşeya herî mezin ne vîrus bixwe ye, lê tunebûna hevgirtin û pêşengîya cîhanî ye.”
Di heftyeyên borî de çend dewletên endam, taybetî jî Amerîka rexne li WHO kiribû ku ew di şerê dijî koronayê de pir hêdî û lawaz e û gelek nêzî nêrînên Çînê ye.
Ghebreyesus pêşnîyar kir ku dewletên cîhanê xîzmetên saxlemîyê dewlemendtir bikin û bê dirav xizmetê ji hemwelatîyên xwe re bikin.
Zanîngeha Johns Hopkins ya Amerîkî, ku amûrên vîrusa korona yên seranser cîhanê dişopîne û tomar dike, ragihandibû ku pirtir ji 7 mîlyon kes bi korona ketine û ji wê hejmarê 400,000 kesan ji ber wê vîrusê jiyana xwe ji dest daye.
BasNews