top of page

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Metirsiya Korona li ser Kurdistanê nîne








Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand, bo ku vîrûsa Korona derbasî Kurdistanê nebe, tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê Dr. Mihemed Qadir ji BasNewsê re got, me amadekarên xwe kirine li hember nexweşiya Korona. Tedbîrên pêwîst hatine girtin da ku ew nexweşî derbasî Kurdistanê nebe.

Dr. Mihemed Qadir her wiha got, heta niha ti metirsiyek li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê nîne lê dîsa jî em berdewam welatiyan hişyar dikin û daxwaz ji wan dikin miqatî xwe bin. Eger kesek bi nexweşiya girîbê jî ketibe bila jê dûr kevin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê da zanîn, nîşanên nexweşiya Korona, wek serêşe, kuxik, bêhntengî, êşa leş û ji kar ketina gurçikan, hinekî dişibin yên girîb û enflonzayê.

BasNews

bottom of page