Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Di nav 24 saetên borî de ti kes bi vîrusa Koronayê neketiye

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de ti kes bi vîrusa Koronayê neketiye.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê li ser amarên dawî yên berkeftiyên vîrusa Koronayê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di nav 24 saetên borî de 1236 têstên Koronayê hatine kirin lê encamên tevahiya wan têstan negatîf bûne.
Wezareta tenduristiyê daye zanîn, hezar û 171 kes di kerentînê de mane û li 33 cihên cuda di bin çavdêriyê de ne.
Li gorî amarên han, heta niha 391 kes bi vîrusa Koronayê ketine ku 361 jê baş bûne, 5 kes mirine û 25 kes jî li nexweşxanê de ne.
BasNews