Wezareta Tenduristiyê: Pişkinîna Koronayê li firokexaneyên Kurdistanê dest pê kir

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand, pişkinîna nexweşiya Koronayê li firokexaneyên Kurdistanê dest pê kir.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê, Dr. Mihemed Qadir ji BasNewsê re got, me li firokexaneyên Kurdistanê dest bi pişkinîna nexweşiya Koronayê kiriye da ku vîrûsa Koronayê derbasî Kurdistanê nebe.
Dr. Mihemed Qadir her wiha got, heta niha ew vîrûs derbasî Kurdistanê nebûye. Ji xwe amadekarî û tedbîrên me hene û em bi alîkariya rêxistina tenduristiya cîhanî (WHO) çavdêriya rewşê dikin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê da zanîn, kesên biyanî yên ku derbasî Kurdistanê dibin eger guman li ser wan hebe ku bi nexweşiya Koronayê ketine, yekser ber bi welatê wan ve tên vegerandin. Lê heta niha li firokexaneyan de ti rewşek bi guman pêş nehatiye.
BasNews