top of page

Wezareta derve ya Rûsyayê derbarê naveroka hevdîtina Lavrov û Barzanî de daxuyaniyek da


Wezareta derve ya Rusyayê daxuyaniyek derbarê hevdîtina wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de belav kir.

Li gor wê daxuyaniyê; 15ê Sibatê, di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê de wezîrê karûbarê derve ya Rûsya Fedral, Sergey Lavrov, li gel serokê hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê, Mesrûr Barzanî civîya. Di çarçoveya vê hevdîtinê de, çend pirsên cuda derbarê geşedanê bi hemahengîyê û karên hevbeş di gelek waran de,  di navbera Rûsya û Iraqê de hatin guftûgo kirin. Her di vî warî de balkişandin ser çalak kirina hevahengîyê di warê wuze, sotemenî, hilberîn û alîkarîya mirovî de li gel Herêma Kurdistanê.

Derbarê rojevê û mijarên germ ên deverê û rewşa navxwe ya Iraqêde jî, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê civaka nêvdewletî alîkar be, bi armanca rêgirtinê ji hilweşandina zêdetir a devera Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê, divê hemahengiyê bike, ku rola xwe hebe di wê kirîza baskên xwe bi ser deverê de dadaye. Herweha behsa asayîkirina krîza Sûrîyê hat kirin, bi awayek ku mafê hemû gelan û grubên nijadî yê wî welatî li ber çavan bê girtin.

BasNews

bottom of page