Wezîrê bazirganî û pîşesaziyê: Hikûmet dê ji malbatên belengaz re xorakê dabîn bike

Wezîrê bazirganî û pîşesaziya Herêma Kurdistanê ragihand, hikûmetê pirojeyek daniye bo dabînkirina xorakê bo wan malbatên belengaz yên ku ji ber qedexeya derketina derve tengav bûne.
Wezîrê bazirganî û pîşesaziya Kurdistanê, Kemal Muslîm ji BasNewsê re got, hikûmetê pirojeyek amade kiriye bo dabînkirina xorakê bo wan malbatên belengaz yên ku ji ber qedexeya derketina derve, ku ji ber vîrusa Koronayê hatiye ragihandin, tengav bûne.
Kemal Muslîm her wiha got, me bi çend şîrketan re gotûbêj kiriye li ser wê pirojeyê.
Wezîrê bazirganî û pîşesaziyê da zanîn, di çarçoveya wê pirojeyê de 30 hezar ton birinc, şeş milyon rûn, çendîn ton nîsk û nok tê kirrîn û bi ser malbatên belengaz de tê parvekirin.
BasNews