Wesiyeta keçeke Kurd bala swêdiyan dikişîne

Keça Kurd Hêrp Beqayî li Swêdê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kiriye di wesiyeta xwe de dibêje ku dema bimire bila şîna wê neyê danîn û bila pereyên şînê bidin rêxistin nehîstina nexweşiya penceşêrê. Vê wesiyeta keça Kurd bala civaka Swêdê kişand ser xwe.
“Heke ew roj hat û ez mirim, gulan ji min re neyînin, şîna min girê nedin, pereyên şînê bidin rêxistinên nehîştina nexweşiya penceşêrê.” Ev beşek ji wesiyeta Hêro bû ku berî mirina xwe ji hevrê û kesên xwe yên nêz re nivîsîbû.
Wê keça Kurd a nişteciha Swêdê daxwaz kiribû şîna wê neyê girêdan. Kesê dixwaze gulan deyne ser aramgeha wê, bila pereyên gurzên gulan bide wan saziyên ku ji bo mirovatî û nehîştina nexweşiya kanserê dixebitin.
Hêro Beqayî çîrokeke balkêş a keçeke ciwan a kurdên diyasporayê ye. Hêro ku çend sal bû ji ber penceşêrê dinaliya, wê nesaxiyê ew kir mirovek ku piştî mirina wê jî xelk her qala wê bikin.
Hêro Umer ku wek Hêro Beqayî dihat naskirin, ji malbateke naskirî ya Rojhilatê Kurdistanê bû. Dawiya sedsala borî ligel malbata xwe çû Swêdê. Ew ku çalakvan û nivîser jî bû, li bajarê Linkoping ê Swêdê dijiya, di temenê 36 salî de di roja 8ê Sibata 2020an de bi nexweşiya penceşêrê mir.
Beqayî berî bimire wesiyetek nivîsîbû ku piştî mirina wê ji aliyê malbata wê ve hat weşandin: “Ez xwedî şens bûm ku tûşî xerabtirîn nesaxî bûm, an ew tûşî min bû. Min xweştirîn jiyan ligel derbas kir. Bi janên wê, bi xweşî û geştên wê, bi dan û wergirtina hezkirinê.”
Li gor vegotina kesûkar û hevalên wê, Hêro piştî ku dizane tûşî wê nesaxiyê bûye, jiyana xwe diguhere. Tije kar û xebat dibe, tije wergirtina çêjê ji jiyanê dibe. Bo dema 6 salan li hemberî nesaxiyê têdikoşe, wek bi xwe anîbû zimên, di wê demê de xweştirîn dema xwe ligel hevjîn û hevrê û xizm û dostên xwe derbas kiribû.
Hêro di wê demê de hemû kar û çalakiyên xwe ji bo mirovatiyê gorî kiribûn, dahata karên xwe jî dabû rêxistinên wî warî.
Çalakvana mafên mirov û rêhevala Hêroyê Sakar Emîn dibêje: “Ew mîna kesayetiyeke diyar a Kurd li Swêdê, bi karên xwe û bi çûna xwe jî ezmûnek pêşkêş kir ku heta hetayê di bîra xelkê de bimîne.”
Herwisa got: “Bernameya me heye em wesiyeta wê bikin binemaya kampînekê û berdewam be. Em her tiştî ji bo nehîştina penceşêrê bidin xebitandin.”
Kar û çalakiyên Hêroyê û wesiyeta wê jî bala swêdiyan kişand.
Lian Andreson ku çalakvanek warê mafên mirov e dibêje: “Yekem car e tiştekî bi vî rengî bibînim. Têgihiştim ku mirov bi mirin û bi çûna xwe jî dikare bibe haveyna xebat û xizmetê. Vê keçê eseh ev kir û cihê rêzgirtina min û hemû swêdiyan e.”
Kesûkarên Hêroyê xwesteka wê bi cih anîn. Şîna wê girê nedan. Bi belavkirina nivîsa wê, wesiyeta wê ragihandin. Bavê Hêroyê Umer Beqayî dibêje: “Me biryar da li ti cihî, ne li mal û ne li derve şîna wê girê nedin.”
Bavê Hêroyê di rûpela xwe ya Facebookê de nivîsiye: “Daxwaz kir ew kesên ku bi niyeta kirîna gulan e, xerciya wan gulan bidin rêxistinên nehîştina penceşêrê. Em jî bi hezkirina Hêroyê, bi rêz wesiyeta wê cîbicî dikin.”
Kurda dêrîn a Swêdê Helale Rafiî, çalakvan û hevrêya nêzîkî Hêroyê, cîbicîkirina wesiyeta wê ji aliyê malbata wê ve wek dilêriyê dibîne û spasiya wan dike.
Helale vîn û xwestek û biryara Hêroyê mîna ezmûnekê li hemberî wê nesaxiyê wesf dike û dibilîne: “Ta tu ji nêz ve wan nebînî û nas nekî, ne janên wan û ne jî hêz û kerema wan fêm nakî. Gava we ew didît, bi te ecêb e ew hemû hêz û erênî ji ku dertê, gelo bi xwe wisa bûn, an ji bo hezkirin û eşqa wan bo jiyanê wisa li wan tê! Ku bikarin çêjê ji her kêliyeke jiyanê werbigirin, her ji av vexwarinê ta qehwe û pêkek şerab, meşek, dîtina gulekê, ta tevlîbûna wan ligel xweza û rengên wê.”
Oz Nojen kurdê naskirî yê Swêdê û stêrka warê komedî û dramaya ewropî, wefata Hêro wek bûyereke dilsoj bo hemû kurdan wesf dike. Oz dibilîne: “Hêro her wekî navê xwe bi maneya qehreman. Gava zanî tiştekî jiyana wê hildiweşîne û wê ji nav dibe, şiyan û hêz û çeka xwe zindî kir, bo bêtir bergirîkirin û şer bo mirovatiyê, ku dawiya dawî wisa kir dinya şanaziyê pê bike.”
Nojen ku ji stêrkên diyar ên Swêdê ye û çend neqlan wek kesayetiya bibandor a salê hatiye xelatkirin û dengvedana berhemên wê heye, bi herdu zimanên swêdî û kurdî hozanek di vî alî de weşandiye û tê de dibêje: “Bi tiştê te afirand, cîhan hemû deyndara te ye û şanaziyê bi te dike.”
Li ser wefata Hêroyê, kesayetiya swêdî Marya Hovlond got: “Divê em spasiya Hêro bikin ku ne tenê bi jiyanê, lê bi mirina xwe jî em fêrî tiştekî hecer kirin. Ev keç yekemîn kesa Swêdê ye ku xerciya behiya xwe bi kampînekê bide şerê nehiştina penceşêrê."
RÛDAW