top of page

Welatiyeke din yê Kurd hate îdam kirin


Îro berbanga sibê li girtîgeha Sineyê hatiye darvekirin.

Li gor nûçeyeke nêrîngeha Hengaw ya bo mafên mirovan îro li girtîgeha Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê welatiyeke Kurd yê bi navê Keywan Elahmuradî ku şêniyê Bulvanawaya ser bi Dêvelanê ye, hatiye dardekirin.

Li gor zagonên rejîma Îranê nabe di meha remezanê de kes were îdamkirin, lêbelê di nava her çar rojên destpêkê yên remezanê de li Îranî herî kêm 3 welatiyên Kurd hatine dardekirin.

N: E. G

KTV

bottom of page