top of page

Wekîlê Mîrê Êzdiyan: Pêwîste Pêşmerge vegere Şingalê


Wekîlê Mîrê êzdiyan ê karûbarên peyvendiyan diyar kir, Şingal di rewşeke xirab û metirsîdar de ye, ji ber tevgera terorîstên DAIŞê û vegera malbatên DAIŞê bo devera Şingalê û ji ber wê pêwîste Pêşmerge vegere Şingalê.

Wekîlê Mîrê êzdiyan ê karûbarên peyvendiyan Mîr Cewher Elî Beg ji BasNewsê re ragehand: ‘’Metirsiya terorîstên DAIŞê li Şingalê berdewame. Bi taybet piştî rê ji vegera malbatên DAIŞê re bo devera Şingalê hat dayîn, ev yek bû eger bo tevgera DAIŞê li devera Şingalê her bimîne. Ji ber DAIŞiyên sala 2014ê de êrîş ser Şingalê kirin û keç û jin û zarokên êzdiyan revandin. Naha her ew ereb vegeriyan Şingalê. Ji ber wê jî metirsiyeke mezin li ser Şingalê heye. Careke din ew terorîstên DAIŞê karesatekî di serê xelkê me de dibe ku bînin. Lewra em daxwaz dikin Pêşmergeyên Kurdistanê vegere Şingalê û gelek caran me daxwaz kiriye hêzên hevbeş li Şingalê hebin. Ji ber rastî jî rewş gelek xirab û metirsîdar e.’’

Herwaha got: ‘’Ew erebên ku sala 2014ê de bûn DAIŞî naha vegeriyane ser gundên xwe yên li Şingalê. Em ditirsin ew ereb careke din gelê me jenosoid bike. Lewra pêwîste Pêşmerge vegere Şingalê, ku berî karesatek din ser gelê me yê êzdî de pêkbê.’’

BasNews

bottom of page