top of page

Washington: Em ê alîkariya asmanî nedin Tirkiyê


Îro roja duşemê 02.03.2020an Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku alîkariya asmanî pêşkeşî Tirkiyê nakin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper li Washingtonê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku rêveberiya Amerîkayê dixwaze di warî alîkariyên mirovî de piştevaniya xwe ji bo Tirkiyê zêde bike.

Li ser pirsa rojnamegeran “Gelo Amerîka dê ji aliyê asmanî ve piştevaniya Tirkiyê bike?” Mark Esper got ku ew dê di wî warî ji Tirkiyê re alîkariyên xwe pêşkeş nekin.

Mark Esper herwiha diyar kir ku ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg rewşa herî dawîn a Sûriyê gotûbêj kirine û NATO ji her rewşa pêwîst re amade ye.

Herwiha Nûnera Daimî ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft û Nûnerê Taybet ji bo Karûbarê Sûriyeyê James Jaffrey li Tirkiyê ne.

Medyaya Tirkiyê belav kiriye, Kelly Craft û James Jaffrey li Enqereyê wê ligel rayedarên Tirkiyê rewşa Sûriyê û şerê Idlibê gotûbêj bikin.

BasNews

bottom of page