WÊNE - Rêzgirtina li qurbaniyên êrîşên li Hanau ya Almanya

Şeva 19ê vê mehê di êrîşekê de 9 kes li bajarê Hanau ya Almanyayê hatin kuştin, ku li gor agahiyan 5 kes ji wan Kurd in û ji Bakurê Kurdistanê bûne.
Kesekî bi navê Tobias Ar ê temen 43 salî êrîşî du cihan kiribû û ew welatî dabûne ber gulleyan.
Ji bo rêzgirtina li qurbaniyên herdu bûyeran, xelkê Almanya bi pêxistina moman û danîna gulan li navenda bajarê Hanau, xemgîniya xwe û hevxemiya xwe bo malbatên qurbaniyan nîşan dan.
Serokomarê Almanyayê, Frank Walter Stenimeier û gelek rayedar û siyasetmedarên Almanî jî di merasimê de amade bûn. Serokomarê Almanyayê di axavtinekê de ragihand: Li Almanyayê cihê kîn û nefretê nîne.
Têkildarî bûyerê, Şêwirmenda Almanya Angel Merkel jî diyar kir: Zelal û aşkere ye ku tawanbar kesekî xwedî bîr û baweriyên nijadperestî û dijî biyaniyan bûye.
Bajarê Hanau dikeve navenda Almanyayê ku 20 kîlometran ji rojhilatê bajarê Frankfurtê ve dûr e û 96 hezar kes lê dijîn.
Wêne: AFP
RÛDAW