top of page

Vîrusa Koronayê: Hejmara miriyan gihişt 1524 kesan


Li gor dawîn amaran heta niha ji ber vîrusa Koronayê 1524 kesan canê xwe ji dest dane.

Komîsyona Tendirustiya Niştimanî ya Çînê, dawîn amara qurbaniyên vîrusa Koronayê ku navê COVID-19 lê hatiye kirin, belav kir.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin heta niha ji ber wê vîrusê 1524 kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha hatiye ragihandin ku 66 hezar û 492 kes bi vîrusa Koronayê ketine ku rewşa 8 hezar û 969 kesan giran e.

Her di wê daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin ku tenê di 24 demjimêrên dawîn de, 143 kes mirine û 2 hezar û 277 kes jî tûşî vîrusê bûne.

Vîrûsa Koronaya, COVID-19 vîrûseke nû û metirsîdar e ku ji kesekî bo kesekî din an jî ji ajelan ve bo mirov tê veguhastin. Ji ber vê vîrûsê pirsgirêk di bêhndana mirovan de çê dibe. Kuxika dijwar, taya bihêz û bêhndana bi zehmet, ji nîşanên serekî yên vê nexweşiyê ne.

Korona bi hin corên vîrûsan tê gotin ku di kategoriyekê de tên rêzbendîkirin û heta niha 7 corên vê vîrûsê li cîhanê hatine naskirin.

Bo yekemîn car ev vîrus ji salên 1960 ve hat dîtin, lê ev cora nû ya vîrûsa Koronayê di rojên dawiya sala bihê de li Çînê derket û heta niha bi awayekê bilez belav dibe.

RÛDAW

bottom of page