Trump: Newroz cejna aştî û nûbûnê ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump di nameyekê de cejna Newrozê li Serokomarê Iraqê Berhem Salih pîroz kir û ragihand, em dê ji bo bidestxistina aştî û aramiyê li Iraqê, bi hev re kar bikin.
Donald Trump di nameya xwe de, cejna Newrozê wek cejna aştî û nûbûnê bi nav dike û dibêje: “Ez li ser navê gelê Amerîkayê bi germî pîrozbahiya cejna Newrozê li we û gelê Iraqê dikim, ev cejn taybet e bo aştî û nûbûnê bo hemû aliyan, ev cejna îsal bêtir giring e, di demekê de ku welatên me bi hev re kar dikin ji bo bidestxistina aştî û aramiyê li Iraqê.”
Trump amaje bi serkevtina bi ser DAIŞê dike û tekez dike: “Me bi hev re serkevtin û pêşkevtineke mezin li dijî DAIŞê bi dest xistiye. Hêvîdarim di paşerojê de bêtir derfet hebe, ji bo avakirin û hemahengiya zêdetir di navbera hikûmetan de ji bo peywendiyên aborî û asayişê.”
Pêştir Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî di peyamekê de pîrozbahiya cejna Newrozê li hemû wan aliyan kiribû, ku wê cejnê pîroz dikin.
RÛDAW