top of page

Trump: Erdogan û Kurd li ser daxwaza min razî bûn rêkeftinê bikin


Serokê Amerîkayê ragihand ku destpêkê Tirkiye û Kurd amade nebûn rêkeftinê bikin, lê piştî ‎destpêkirina şer, li ser daxwaza wî razî bûn rêkeftinê bikin.‎

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel Fox News a Amerîkî derbarê aloziyên ‎navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de got: “Derbarê Tirkiye û Sûriyê de, destpêkê min ji Erdogan re ‎got, rêkeftinekê îmze bikin û aştiyê rabighînin, lê ya rast wî ev nexwest, bi heman awayî Kurdan jî ‎nexwest.”‎

Serokê Amerîkayê dibêje, destpêkê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser ragihandina navçeyeke aram razî bû, lê ji nişka ve ‎şer destpê kir û welatên din jî tevlî vê şerî bûn.‎

Serokê Amerîkayê di hevpeyvîna xwe de amaje bi wê yekê daye ku piştre daxwaz ji Kurd û Erdogan ‎kiriye daku dawiyê li şer bînin û rêkeftinekê bikin, ew jî razî bûne û gotine gelekî baş e ew dê ‎rêkeftinekê bikin.‎

Artêşa Tirkiyê roja 9ê Cotmeha 2019an tevî komên çekdar ên Sûrî êrîşê Rojavayê Kurdistanê kiribû û di encamê de herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê tevî bi dehan gundên derdora wan bajaran kontol kiribû.

RÛDAW

bottom of page