top of page

Trump ditirse 2 milyon Amerîkî ji ber Koronayê bimirin!


Serokê Amerîka Donald Trump hişyarî da û ragihand, eger bi lez çareyek ji nexweşiya Koronayê re neyê dîtin dê “herî kêm” 2 milyon kes ji ber wê nexweşiyê bimirin.

Serokê Amerîka Donald Trump di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, ew rastî nexweşiyekê hatine ku heta niha tiştekî wisa nebûye.

Donald Trump her wiha da xuyakirin, vîrusa Koronayê ji ber ku gelekî bi lez belav dibe, pir xeter û bihêz e loma divê bi lez çareyek û dermanek jê re were dîtin. Eger wisa nebe tirsa wê heye herî kêm 2 milyon kes li Amerîka pê bimirin.

Serokê Amerîka da zanîn, xebatên dîtina derman Koronayê didomin û got, lê divê her kes şîretên tenduristiyê bicîh bîne û xwe biparêze.

Ji aliyekî din, serokê enstîtuya netewî ya nexweşiyên hestiyar ya Amerîka, dr. Antoni Fauci ku endamê tîma rûbirûbûna Koronayê ye jî, ragihand, eger çareyek ji Koronayê re neyê dîtin tirsa wê heye zêdetirî 200 hezar kes li Amerîka bimirin.

Dr. Fauci bang li xelkê Amerîka kir ku şîretên tenduristiyê bicîh bînin û ji mal dernekevin.

Heta niha li Amerîka zêdetirî 2500 kes ji ber Koronayê mirine û zêdetirî 142 hezar jî pê ketine.

BasNews

bottom of page