top of page

Tirkiye ji nav welatên demokrasiyê hat derxistin


Weqfa Bertelsmann a Almanî (BTI), rêzbenda nû ya welatên demokratîk bo sala 2020ê belav kir û li gor rêzbendê êdî Tirkiye wek welatekî demokrasî nayê binavkirin.

Li gor lêkolîna Weqfa Bertelsmann, ji 137 welatan Tirkiye di rêzbenda 77emîn welatên cîhanê de ye û ji rêzbenda welatên demokrasî li wan heye hatiye derxistin.

Herwiha hatiye tekezkirin ku ew dûrketina bilez a Tirkiyê di warê demokrasiyê de piştî serrastkirina destûra Tirkiyê di sala 2017 û destpêkirina qonaxa nû ya sîstema serokatiyê ya Tirkiyê de bûye ku di referandûma 2018an de bi rêjeya ji sedî 51.3 ji sîstema parlamentoyê ber bi sîstema serokatiyê hat guhertin.

Li gor lêkolînê, Tirkiye ji ber cîbicîhkirina otokrasiya eşkere, hemû desthilat di bin destê kesekî de hatine komkirin, parlamento felc bûye, bêhna opozisyonê hatiye çikandin, civak hatiye serkutkirin û dîktatoriyet jî bûye defakto.

Ev lêkolîn du sal carek tê kirin û di warê demokrasiya navxwe, derve û saziyan de rewşa welatan tê nirxandin.

Li gor vê weqfê, sala 2010ê Tirkiye di rêzbenda 54emîn welat de bû. Sala 2012 daket rêzbenda 57 û 2014ê 63, 2016ê rêzbenda 70, 2018ê rêzbenda 73 û 2020ê jî daket rêzbenda 77emîn welat.

RÛDAW

bottom of page