Tirkiye: Her beşek a Artêşa Sûriyê dikin armanc

Serokomariya Tirkiyê da xuyakirin, ew dê tola êrişa Îdlibê vekin û ji vir û pê ve ew dê her beşeke Artêşa Sûriyê bikin armanc.
Berpirsê Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê Fexredîn Altun bi nûnerên Enqereyê yên saziyên medya Tirkiyeyê re civiya û da xuyakirin, di pêwendiya telefonê de Erdogan ji Putîn re gotiye, êrişên wiha helwestên Tirkiyeyê li Îdlibê lawaz nakin, bihêztir dikin.
Erdogan her weha gotiye, ewê tola serbazên hatine kuştin vekin û di rewşeke weha de, ewê her beşeke Artêşa Sûriyê bikin armanc. Da zanîn, bi êrişan hewl didin rejîma Suriyê vegere çarçoveya rêkeftina Soçiyê û ji Putîn xwestiye berpirsiyariya xwe ya rawestindina rejîmê bicîh bîne.
C.B
K24