Tirkiye herêmê radestî rejîmê dike

Fermandarê Tugeya Şoreşgerên Idlibê ya ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de şer dike, Skender Alaa ragihand ku li ser rewşa Îdlibê di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de lihev kirinek heye.
Skender Alaa diyar kir ku li gor lihevhatina ku di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de hatiye îmzekirin vê Tirkiye herêmê radestî hêzên rejîma Sûriyeyê bike lêbelê Tirkiye jiber ku cîhadiyan ji destê xwe dernexe, ev lihev hatina han eşkere nake.
Alaa ji anhayê re gotiye ku li gor lihev hatina han hêzên rejîmê gelek bi asanî li herêma Îdlibê pêşrewiyê dikin û Tirkiye jî bi eşkere dijminatiya rejîmê dike lêbelê ji binve re li gel Rûsyeyê pêk hatiye û herêmê radestî hêzên rejîmê dike.
Alaa eşkere kiriye ku hikûmeta Tirkiyeyê cîhadiyan dixapîne û bi ti awayî nikare şerê dijî rejîma Sûriyeyê bike.
KTV