Tirkiye di binpêkirina mafên mirovî de li cîhanê di rêza yekem de ye


Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa rapora xwe ya salane eşkere kir. Li gorî rapora dadgehê, Tirkiye di warê binpêkirina mafên mirovî û astengirina azadiya derbirînê de careke din bûye lîderê cîhanê. Di sala 2018an de jî Tirikye di rêza yekê de bû.

Dadgeha Mafê Mirovan her sal raporeke berfireh amade dike û li gorî serlêdanên ku hatine kirin ji bo her welatekî daneyên cihê tomar dike. Di rapra 2019an de jî îstatîstîk, dane û hemû amarên welatan hatine rêzkirin.

Li gor daneyên rapora 2019an li cîhanê herî zêde ji Rûsya serlêdan bo dadgehê hatine kirin. Pişt re jî Tirkiye tê. Her çiqasî serlêdanên Rûsya ji yên ji Tirkiye zêdetirbin jî, dosyayên ku di encamê de ceza hatiye birîn ên Tirkiye zêdetir in.

Li gorî rapora dadgehê ji sedî 25.2yê dosyayên li pêşiya dadgehê ji Rûsya, ji sedî 15.57ê wan jî ji Tirkiye hatine. Piştî Tirkiye jî Ukrayna, Romanya û Îtalya tên.

Hejmara dosyayên ku gihîştine dadgehê di dawiya sala çûyî de gihîştiye 59 hezar 800î. Di nava van de 9 hezar û 236 dosya di derbarê binpêkirin û astengiyên li nava Tirkiye de ne.

Dadgehê sala çûyê 884 doz ango dosya nirxandine û biryara xwe di derbarê wan de eşkere kiriye.  Li gorî dadgehê, Tirikye di 35 dozan de tawanbar e. Dadgeh dibêje ku li gor wan dosyayan Tirikye 10. Maddeyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye ku ew madde behsa azadiya derbirînê dike.

Herwiha Tirkiye bi maddeya 6an jî 17 caran hatiye cezakirin ku ew madde jî behsa daraz û dadweriya adilane dike.

Li gorî daneyên dadgehê, ji sala 1959 an ku dadgeh hatibû damezrandin ta 2019an Tirkiye ew welat e ku herî zêde bi hinceta binpêkirina mafên mirovî hatiye cezakirin. Bi giştî 110 hezar serlêdan hatine kirin û di derbarê 3 hezar û 128 dozan de Tirikye tawanbar hatiye dîtin û ceza lê hatiye sepandin.

Di nava 16 salên dawîn de Dadgeha Mafên Mirovan bi giştî 295.5 milyon lîre cezayê madî li Tirkiye birî ye.

Di vê tabloyê de xala balkêş ew e ku piraniya van ceza û dosyayan yan di derbarê rûdanên li Bakurê Kurdistanê ne yan jî mijarên têkildarî kurdan in

RÛDAW