top of page

Tevgera bazirganî li bazara Qamişloyê gelek sist bûye


Bihabûna zêde ya nirxê kelûpelan, tevgera bazirganî li bazarên Rojavayê Kurdistanê sist kiriye. Daketina nirxê lîreya Sûrî li hember dolar hiştiye ku derfeta kirînê li ba welatiyan dakeve û rewşa jiyana wan a rojane pir xirab bibe.

Welatiyên bajarê Qamişlo, ku mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ye, dibêjin êdî ew nikarin vê rewşê tehemul bikin.

Li bazara Qamişlo, bêzarî û bêhêvîtî li ser dêm û rûyên kiryar û firoşyaran diyar e.

Sizayên Amerîkayê bo ser Sûriyê bi şêweyekî rasterast bandora xwe li ser vê xelkê kirine. Ji ber ku van sizayên ku biryar e roja 17ê Hezîranê (5 rojên din), bên sepandin, bihayê lîreyê Sûrî daxistiye, û nirxê kelûpelan bilind kiriye.

Ev di demekê de ye ku bi sedema belavbûna koronayê, kar kêm in û xelk bi zehmetî debara jiyana xwe dikin.

Nişteciya Qamişlo, Diya Elaa derbarê rewşê de dibêje: "Xwarina rojane pir biha ye bo me, berê hinekî baş bû, lê niha her tişt biha ye. Bi xwedê em nema dikarin xwarinê li mal çêkin, em tenê hewl didin bihayê nan peyda bikin. em westiyan, westiyan. Em çibikin, ji welat birevin? Bi xwedê eger deriyê koçberiyê vekirîba, kes nedima, hemû kes wê welat bicî bihêlin, ji bin ser vê bihabûna nemaqûlane."

Beriya 2 mehan, nirxê dolar derdora 700 lîreyên Sûrî bû, lê di wan rojan de hin caran nirxê dolar nêzîkahî li 3,400 lîreyên Sûrî kiribû.

Xelkê sivîl ziyandarên yekem ên sizayên Amerîkayê bo ser Sûriyê ne. Nirxê kereseteyên sereke sê qat zêde bûne.

Qezafî bavê Mihemed li bajarê Qamişlo şofêr taksiyê ye, ew dibêje: "Kîloya bacanan bi 600 lîreyî ye, berê bi 200 lîreyan bû. Bila bibe bi 300 em qebûl dikin, ne bi 600, xiyar berê bi 150 bû, niha bûye 400. Kekê min tiştek nemaye. Ez ne karmend im, ez şifêr taksiyê me, ez 40-50 hezarî derdixim, ne bêhtir, yanî bi rastî mirin e. Em mirin, em ê bimirin, ti nema ye em bimirin."

Sedema daketina nirxê lîreyê Sûrî li hember dolar vedigere bo sizayên Amerîkayên li ser Sûriyê, ku di çarçoveya Yasaya Sîzer de, biryar e ji 17ê vê mehê ve bikive warê cîbicîkirinê.

Vê yekê wiha kiriye ku bazarên Sûriyê vala bibin, û xelk xwe ji kirîn û firotin dûr bixin, malbatên hejar jî rewşa jiyana wan xirabtir bûye û hemû hewlên wan ji bo dabînkirina nanê rojê ye.

RÛDAW

bottom of page