Tenduristiya Helebcê: Xwendekarên ku nekevin qerentînê dê mohleta wan ya xwendinê were betalkirin!

Rêveberiya giştî ya parêzgeha Helebcê hişyarî da wan xwendekarên ku ji Îranê vegeriyane û ragihand, eger neçin navendên qerentînê dê mohleta wan ya xwendinê were betalkirin.
Berpirsê giştî yê tenduristiya parêzgeha Helebcê, Azad Mistefa ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, li Helebcê jî mîna parêzgehên din yên Kurdistanê tedbîrên pêwîst li hember belavbûna nexweşiya Koronayê hatine girtin û kesên ku ji Îranê vedigerin, dikevin qerentînê.
Azad Mistefa her wiha gotiye, li navendên qerentîne yên li bajarê Helebce û devera Hewraman de 135 kes hatibûn qerentînekirin. 90 kes ji wan ji qerentînê derketin, tenê 45 kes mane, ew jî dê piştî têstê derkevin.
Berpirsê giştî yê tenduristiya Helebcê daye zanîn, lê hinek xwendekarên ku li Îranê dixwînin û vegeriyane, nahên navendên qerentînê. Divê di nav 24 saetan de herin navendên qerentînê, eger neçin dê mohleta wan ya xwendinê were betalkirin!
BasNews