Supaya Pasdaran li ser PKKê bersiva Soylu da

Fermandarê Hêza Zemînî ya Supaya Pasdarên Îranê Serdar Mihemed Pakpûr bersiva Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê da ku gotibû gerîlayên PKKê li Makoyê hene .
Pakpûr ragihand ku Supaya Pasdaran bi hêz û serbilindî tevahiya sinorên Îranê diparêze û daxuyaniya berpirsên Tirkiyê derbarê hebûna gerîlayên PKKê li sinorên Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) bê bingeh, nerast û nebepirsane ye.
Fermandarê Hêza Zemînî ya Sipaya Pasdarên Îranê da xuyakirin ku li ser sinor hevahengiyeke baş di navbera hêzên Îran û Tirkiyê de heye, ji ber berpirsên siyasî yên Tirkiyê berî ku her daxuyaniyeke rojnamevanî dive bi rêya kenalên peywendiyê yên taybet bi bepirsên Îranê re gotûbêjê bikin û li gor rêkarên ku hatine danîn wan mijaran bişopînin.
Serdara Pakpûr da xuyakirin, Supaya Pasdaran weke erkê xwe ku berpirsê parastina ewlekariya bakurê rojavayê Îranê ye, bi rêya hêzên xwe bi hûr çavdêriya sînoran dike û tevahiya wan sînoran di bin kontrola Supayê de ne.
Pakpûr got, “hebûna terorîstan di nav axa Komara Islamî ya Îranê de bo me hêla sor e” û diyar kir, “em dizanin ku operasyonên vê dawiyê di navxweya Tirkiyê de givaş li ser berpirsên wî welatê çêkirine û ew neçar in ku daxuyaniyên weha bidin.”
Di destpêka vê mehê de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana dîwarê konkretî kiribû ku di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de tê avakirin û gotibû, “Ji vê derê bangeke me bo Îrana cîranê me heye, em hevkariya wan dikin di şerê rûbirûbûna terorê de. Derbarê hevkarîkirina wan a di şerê rûbirûbûna terorê de jî li ser wan xalên me gotûbêj kirine û li ser wan rêkeftine, ji vê derê careke din bangî Îrana dost dikim. Li Dambata Makoyê nêzîka 100 `terorist` dimînin, ev bo me girîng e, eger em biçin dambata Mako `terorîstekî nahêlin`.”
RÛDAW