Soylu: 36 hezar û 776 koçberan Tirkiye bicih hiştine

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku 36 hezar û 776 koçberan Tirkiye bicîh hiştine.
Piştî kuştina 34 serbazên Tirkiyê li Idlibê, Enqerê biryara vekirina sînorên xwe li ber çûna koçberan bo Ewropayê da. Koçber bi qeflan ber bi sînorên Yunanê diçin.
Herçiqas hikûmeta Yunanê derî li ber koçber venekirine û wan wernagire, lê ew koçber her li wir in û pêdagir in ku biçin Ewropayê.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê hejmara koçberên Tirkiye bicîh hiştine eşkere kir.
Soylu got: "Heta demjimêr 21.02ê îşev hejmara wan koçberên ji Edirneyê Tirkiye bicîh hiştine gehiştiye 36 hezar û 776 kesan."
Ev di demekê de ku Tirkiye bi xwe hevkariya wan koçberan dike û hevkariya veguhestinê jî bo hinekan dike. Her diçe hejmara wan koçberan zêde dibe, lê hikûmeta Yunanê red dike ku bihêle derbasî nav welatê wan bibin.
RÛDAW