Sinûne…550 donim dexil û danê cotkarên kurdên êzdî hatiye şewitandin

Rêveberê çandiniyê li nahyeya Sinûnê diyar kir heta naha 550 donimên dexil û danê cotkarên li nahyeya Sinûnê hatine şewitandin.
Rêveberê çandiniyê li nahyeya Sinûnê ya ser bi qeza Şingalê Bereket Îsa ji basnewsê re ragehand: ‘’Îsal li nahyeya Sinûnê rûberê 550 donim dexil û danê cotkarên êzdî hatine şewitandin. Sala borî jî heta du hezar doniman dexil û dan hatin şewitandin. Ew cotyarên dexil û danê wan hatiye şewitandin jî navên hemûyan hatine nivîsandin bo qerebû kirina wan ji rêveberiya giştî ya çandiniyê li Mûsilê hatine şandin. Em dixwazin ew cotkarên dexil û danê wan hatine şewitandin hemû bên qerebû kirin, ku bikarin berdewamê bidin karê çandiniyê.’’
Herwaha got: ‘’Îsal heta naha sedî 50 dexil û danê cotyaran hatiye dûrin lê hîn dest bi wergirtina dexil û danê cotyaran nehatiya kirin. Dê li qadên sayloyên Şingalê genimê cotkaran bê wergirtin.’’
Bereket Îsa got: ‘’Li nahyeya Sinûnê 295 hezar donimên dexil û dan ji aliyê cotkarên kurd ve hatiye çandin û pêşbînî tê kirin berhemên dexil û danê îsal ê li sînorê Sinûnê bigehe 80 hezar tonan.’’
BasNews