top of page

Seyda: Divê Kurd siyasetê bike, ne dijminatiyê


Siyasetmedarê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Ebdulbasit Seyda radigihîne, Kurd û bi taybetî Herêma Kurdistanê bûye aliyekî balansê li Rojhilata Navîn.

Siyasetmedar Ebdulbasit Seyda di çarçova beşdariya di bernama “Rojev” a ji K24ê re de ragihand, Krîza Sûriyê ji destê gel, hikûmet û opozîsyonê derketiye. Hêzên navdewletî tenê krîzê birêve dibin û dixwazin wê krîzê jî li gor berjewendiyên xwe çareser bikin, ne li gor berjewendiyên gelê Sûriyê.

Li ser dirêjkirina krîza Sûriyê Seyda da zanîn: Civaka navdewletî piştevaniya Sûriyan nekir ku hêzên wan ên hevgirtî çê bibe. Herwiha ji ber ku partiyên Sûrî ên mezin li Sûriyê nebûn, nikarîn biryarên siyasî bidin, bernameya kar û stratejiyekê deynin û li ser bimeşin. Li hemberê jî partiyên Kurdî jî ne desthilat dixwastin, belkû tenê daxwaza mafên xwe dikirin û kî li Şamê desthilat be jî, ji wan re ne pirsgirêk e.

Herwiha got Destpêkê Encûmena Niştimanî ya Sûrî bi destê Sûriyan hat damezirandin, lê di pişt re hêzên navdewletî Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) pêk anîn û her hêzeke navdewletî kesên xwe xistin wê Îtîlafê û krîza Sûriyê dirêj kirin. Me Sûriyan jî nekarî li hemberî wê planê rawestiyana.

Di derbarê rola Rûsya li Sûriyê de, Seyda diyar kir: Amerîka û Rûsya ji serdema Serokê Amerîka Obama ve li ser Sûriyê lihev kirine û sînorê rojhilat û rojavayê Ferêt danîn û helwesta xwe li pirsa guhartina rêjîmê û Beşar Esed guhartin. Amerîka rola mezin di Sûriyê de ji Rûsyayê re hîşt, lê Rûsya û Amerîka rola Îranê li Sûriyê qebûl nakin.

Siyasetmedarê Kurd Ebdulbasit Seyda amaje bi da: Kurd û bi taybetî Herêma Kurdistanê jî bûye aliyekî balansê li Rojhilata Navîn. Serkirdatiya Herêma Kurdistanê û Cenabê Serok Mesûd Barzanî bi zanebûn bi hemû aliyan re danûstandina bi hemû aliyan re dikin çi Tirkiye û çi Îranê re dikin. Nabe Kurd şer bi hêzên herêmê yên mezin re bike û wan bike dijmin, belkû divê siyasetê bike. Amerîka jî niha hewl dide yekrêziyeke Kurdî ava bike û PYDê ji PKKê dûr bixe.

K24

bottom of page