Serokwezîr peyameke pîrozbayî pêşkêşî Yekîtiya Nivîskarên Kurd kir

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Yekîtiya Nivîskarên Kurd kir ku ev jî tekesta vê peyamê ye;
Birêzan Serok û endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd bi minasebeta salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim.
Hêviya serkeftin û berdewamiyê bo we dixwazim.
Bêgoman Yekîtiya we roleke diyar û bi bandor di nava bizava wêjeyî û rewşenbîriya gelê Kurdistanê de hebûye, bi taybetî di warê parastin û pêşde birina ziman û wêjeya Kurdî de.
Herwiha rola Yekîtiya Nivîskarên Kurd bo berevanî kirin ji mafên demokratîk û neteweyî yên gelê Kurdistanê de nayê jibîrkirin, ku bi berhemên binirx yên xwe xizmeteke mezin pêşkêşî bizava rewşenbîrî ya netewa me kiriye.
Hêviya pêşkeftinê bo we dixwazim, û hêvî dikim di karwana pir berhem û bexşîş ya xwe de bo xizmet kirina ziman û wêjeya Kurdî de beredwam bin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
10.2.2020
Ktv