top of page

Serokwezîr peyamek arasteyî welatiyên herêma Kurdistanê kir


Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir, ku tê de daxwaz ji welatiyan dike, metirsiya Korona bi ciddî wergirin û pabendî rênimayên tenduristî bin.

Herweha Mesrûr Barzanî  ragihand, ku hikûmetê hemû rêkarên pêwîst ji bo parastina canê welatiyan kiriye û da zanîn, ku piştevaniya welatiyan hevkar dibe, ji bo rêgirtina derdê  petaya Koronayê.

Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê (76) kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine û  ji nava wan (1) haleta mirinê heye.

C.B

K24

bottom of page