Serokwezîr Mesrûr Barzanî hişyarî da: Bi jiyan û tenduristiya welatiyan nelîzin!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, metirsiya vîrusa Koronayê cidî ye û rexne li hinek aliyên siyasî jî girt ku mijara Koronayê dikin siyasî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser metirsiya vîrusa Koronayê peyamek belav kir û ragihand, metirsiya Koronayê gelekî cidî ye û di nav çend rojên borî de ji ser sîstiya pêbendbûn bi şîretên tenduristiyê, hejmara pêketiyan gelek zêde bûye.
Mesrûr Barzanî rexne li hinek aliyên siyasî jî girt û ragihand, mixabin hinek aliyên siyasî dixwazin tedbîrên ku hikûmetê li hember belavbûna Koronayê girtin, bê nirx û sûd nîşan bidin û jiyana welatiyan ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî, xistine metirsiyê.
Serokê hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de gotiye, yên ku li dijî şîretên tenduristiyê ne û welatiyan bo binpêkirina wan tedbîr û şîretan gij dikin, divê berpirsiyartiya wê metirsiyê qebûl bikin û êdî bi jiyana welatiyan nelîzin.
Mesrûr Barzanî bang li welatiyan dike pêbendî şîretên tenduristiyê bin û guhê xwe nedin wan piropagandayên ku jiyana wan dixe metirsiyê, çimkî silameta we ji her tiştekî girîngtir e.
RÛDAW