top of page

Serokwezîrê Kurdistanê li gel wezîrê derve yê Beljîkayê civiya


Duhê Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê derve û berevanî yê Beljîkayê Philippe Goffin kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro duşem 3/2/2020 di civînekê de li gel şandeke bilind ya Beljîkî bi Serokatiya wezîrê derve û berevanî ya vê welatî Philippe Goffin, me behsa rewş û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê û berfire kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Beljîkayê kir.

Me herwiha tekez li ser berdewamiya piştîvaniya Beljîkayê y abo Îraq û herêma Kurdistanê bo rûbirû bûna gefên terorê kir.

Me di berdewamiya civînê de behsa bernameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir bi taybetî bo berfire kirina çavkaniyên dahat û pêşkêş kirina asankariya zêdetir bo prosesa hêlbirînê.

Ji aliyê xwe ve Philippe Goffin spasiya herêma Kurdistanê kir bo mêwandarî kirin û vehevandina aware û koçberan û amade bûna welatê xwe jî bo berfiretir kirina têkiliyên xwe di warê abûrî û bazirganî de li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

KTV

bottom of page