Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Norwêjî civiya

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Norwêjî kir û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;
Îro çarşem 6/2/2020 di civînekê de li gel şandeke hikûmeta Norwêjê bi Serokatiya nunerê taybetî yê wezareta derve ya bo karûbarên Îraq û Sûriyeyê Nout Lein kir.
Di civînê de me behsa guhertinên dawî yên li Îraq û Sûriyeyê û berfire kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Norwêjê kir û balkêşande ser vê yekê ku ji bilî hevkarî û hemahengiyên leşkerî, lazime hewl bo nehêlana wan fakteran were dayîn ku hevkarin bo geşe kirina terorê.
Ji aliyê xwe ve nunerê wezareta derve ya bo karûbarên Sûriye û Îraqê Nout Lein amadebûna welatê xwe bo berfire kirina têkiliyên xwe li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warê abûrî û domandina hevkariyên însanî yên Norwêjê bo penaberên nîştecîh li herêma Kurdistanê diyar kir.
KTV