top of page

Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerika civiyan


Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Konferansa Ewleyiyê ya 56em a Munchenê de ligel Wezîrê Derve yê Amerikayê Mike Pompeo re civiya.

Di civînê de, liser pêwendiyên Hewlêr – Waşington hate rawestandin, herweha pêşhateyên li Iraqê jî hatin axaftin.

Berî vê civînê Serokwezîrê Kurdistanê, ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerika Dan Brouillette, Wezîrê Bergirî yê Iraqê Necah Şemerî û Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov re jî, civiya bû.

Tê pêşbînî kirin, di demjimêrên pêş de Serokwezîrê Kurdistanê ligel Wezîra Bergirî ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer re jî bicive.

C.B

K24

bottom of page