top of page

Serok wezîrên Kendayê pîrozbahîya Cejna Newrozê dike


Cestin Tirodo, serok wezîrên Kenedayê, bi boneya hatina cejna Newrozê, pîrobahîyê li gelê Kurd û gelên ahenggêr bi roja newrozê dike.

Di ragehandineka serok wezîrên Kendayê de hatîye, pîrozbahîyê li xelkên Faris, Kurd, Zerdeştî, Behayî, xelkên naverasta Asya û civaka Îsamîlî li Kendayê dikim bi boneya cejna Newrozê.

Serokê wezîrên Kendedayê got jî: Newroz nûvebûneka revanî ye û delîveyeke bo nîşandana pêzînên xwe û hêvîyeke bo geşbînî ya salên dahatî.

Herweha Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê di Tiwîtekê de nivîsîye, wek serok Tiramp, pîrozbahîya Newrozê li hemû wan kesan dikim ku bîranîna newroz dikin.

Ev di demekê de ye, bi sedema belavbûna Vayrosa Korona, bîranîna Newrozê li Herêma Kurdistanê nahêt kirin û daxwaz ji hevwelatîyan hatîye kirin xwe ji geşt û ahengan dûr bikin.

K24

bottom of page