top of page

Serok Barzanî: Wenda kirina Xeyirî Beg xesareke mezine


16/6/2020 / Serok Barzanî peyameke sersaxî da malbeta wekîlê Mîrê Êzdiyan yê bo karûbarên olî Mîr Kamîran Xeyirî Beg ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneke zêde me xeberê oxira dawiyê ya wekîlê Mîrê Êzdiyan yê karubarên olî Mîr Kamîran Xeyrî Beg bihîst. Xwedê jêrazî Mîr Kamîran kesayetiyekê Kurdperwer û welatparêz û xwedan soz û berkeftiyê malbata Mîran û Kurdên Êzdî bû û ji dest dana wî kesereke mezine.

Bi vê helkefta xemgîn sersaxî û serxweşiyê li Mîr Hazim Tehsîn Beg û malbata Mîrî û Civata Rûhanî û tevaya xuşk û birayên Êzdî dikîn. Ji xwedayê mezin dixwazim ku sebir û hedarê bidete kes û karên rehmetî û hemî Kurdên Êzdî û ruha wî şad bît û cihê wî beheşta berîn bît.

Mesûd Barzanî

Duhê bi şev jî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî sersaxî dabû malbeta nav hatî û hevxemiya xwe ji wan re diyar kiribû.

KTV

bottom of page