Serok Barzanî serxweşî li malbata Seîd Gabarî kir

Serok Mesûd Barzanî serxweşî li malbata hunermend Seîd Gabarî kir.
Li gor malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî peyam waha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdar hunermend Seîd Gabarî
Bi xem û kovaneke zêde nûçeya koça dawî ya hunermendê şoreşgêr û navdarê gelê me, Seîd Gabarî gihîşt me.
Hunermend Seîd Gabarî hemû jiyana xwe ji bo xizmeta hunera resena Kurdî û doza rewaya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî ziyan û xesaretekî mezine. Serxweşiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya xizm û nasên we û hunermendên Kurdistanê dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê hunermendê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî 04.05.2020
BasNews