Serok Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbeta Şehîd Elî Mîlî kir

Serok Barzanî jiber koça dawî ya hevjîna şehîd Elî Mîlî peyameke sersaxî pêşkêşî malbata wan kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin
Malbeta birêz şehîd Elî Mîlî
Mixabin nûçeya koça dawî ya xatû bedîe Hesen Salih dayika 3 şehîd û hevjîna şehîd Elî Mîlî gehêşte me, ev xatûna birêz weke dayika sê şehîdan û hevjîna şehîd mînaka giring ya xwe bextkirin û qehremaniya jinên Kurde, cîhê şanazî û serfiraziya gelê mene.
Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta we ya birêz, kesûkar û dostên we dikim, em hevparê xema we ne.
Daxwaz ji xwedê mezin dikim rûhê rehmetiyê şad bide û sebir jî bide tevahiya aliyan.
Mesûd Barzanî
15/4/2020
KTV