Serok Barzanî peyamek ji raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê re belav kir

erok Mesûd Barzanî peyamek arasteyî raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tê de ragihand, Iraq ketiye ber qonaxeke nû ku tê de dikare derfetek ji bo bicîhkirina daxwazên rewa yên xwepêşanderan pêk bê û bingehek jî ji bo li hevkirin û sazanekî giştgîr ya niştimanî û jihevnêzîkbûna aliyan pêk bê.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Pir ji dil spasî hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikim ku ji bilî hebûna nêrînên cûda yên siyasî, lê belê li babeta pêdan û pênedana baweriyê bi hikûmeta nû ya Iraqê de yekrêz bûn. Ev yekhelwestî destkeftekî dîrokî ye ji bo gelê Kurdistanê û cihê pêzanînê ye.
Di heman demê de jî spasî wan hemû hêzên siyasî yên niştimanperwer ên Iraqê dikim ku bi helwesta rast û mentiqiya xwe rêgirî li wê yekê kirin ku qeyranên Iraqê zêdetir kûr nebin û Iraq berev karesatê ve neçe. Ev helwesta wan li bingehên demokrasiyê û her wiha berçavgirtina daxwaza hemû pêkhatên Iraqê bû, ji bo rasterêkirina proseya siyasî, rêzgirtin bû. Piştî wê Iraq ketiye ber qonaxeke nû ku tê de dikare derfetek ji bo bicîhkirina daxwazên rewa yên xwepêşanderan pêk bê û bingehek jî, ji bo lihevkirin û sazanekî giştgîr ya niştimanî û jihevnêzîkbûna aliyan pêk bê.
Mesûd Barzanî
02.03.2020
K24