Serok Barzanî peyamek bo pîrozbahiya 27 saliya damezirandina Bingeha Laliş belav kir

ro roja duşemê 11.05.2020an Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 25 saliya damezirandina Bingeha Laliş daxuyaniyek belavn kir.
Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
Birêzan Serok û Endamên Desteya Bilinda Bingeha Laliş
Bi helkefta bîst û heft saliya damezrandina Bingeha Laliş pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endam û kadirên Bingeha Laliş û hemû xuşk û birayên êzdî dikim. Ji bo pêşvebirina rewşa çandî û civakî ya xuşk û birayên êzdî, spasiya tevger û xebat û keda we dikim û destên we xweş bin.
Ji bo xizmetkirina xuşk û birayên êzdî, erkekê pîroz li ser milên we ye. Ji bilî derbirîna piştevaniya xwe ya ji bo kar û çalakiyên we, hêviya bexteweriyê û aramiyê û kevandina birînan, ji bo hemû xuşk û birayên êzdî dixwazim û her serkeftî bin.
BasNews