Serok Barzanî: Peyama raperînê zelal e, gelê me bindestiyê û sîtemê qebûl nake

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 29. salvegera raperîna gelê Kurdistanê peyamek belav kir.
Îro 5 Adarê, bîst û nehemîn salvegera destpêkirina serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis ya Iraqê ye.
Serok Barzanî Îro Pênçşem 05. 03. 2020 bi boneya bîst û nehemîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê, pîrozbahiyek li hejmara xwe ya “Twitter” belav kir û tê de hatiye: “Bilind û pîroz be, bîst û nehemîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê.”
Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Peyama raperînê ji bo hemû aliyekî zelal e, gelê me bindestiyê û sîtemê qebûl nake.”
S. B
K24