top of page

Serok Barzanî pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê kir


Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Serok Barzanî li ser twîttera xwe ragihand ku bi telefonê bi serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî re peyivîye û pîrozbahî lê kiriye.

Serok Barzanî daye zanîn ku serkeftin ji Kazimî re xwastiye û gotiye ku ew hêvîdar in di pêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re û çareserkirina wan arîşeyên mezin yên di navbera her du aliyan de, serkeftî be.

BasNews

bottom of page