top of page

Serok Barzanî: Mafê gelê Kurdistanê ye daxwaza qerebûya enfal û kîmyabarana Helebce ji Iraqê bike


Serok Mesûd Barzanî di salvegera 32.mîn a kîmyabarana Helebçê de peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de radigihîne: “Kîmyabarankirina Helebce berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku dijmin ji bo çewsandin û nehiştinê di derbarê gelê Kurdistanê encam da. Bi sedema qurbanîdan û mezlûmiyeta Helebçeya Şehîd, cîhan zêdetir êş û janên gelê Kurdistanê têgihîşt.”

Serok Barzanî dibêje: “Kîmyabarankirina Helebce birîneke kûr e, li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û tu carî nayê jibîrkirin. Mafê gelê Kurdistanê ye daxwaza qerebûyê ji dewleta Iraqê bike. Pêwîste jî êdî hikûmeta Iraqê vê yekê piştguh nexe û qerebûya kîmyabaran û enfalkiriyan bike.”

Serok Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de diyar dike: “Nemirî û serbilindî ji bo şehîdên Helebce û hemû şehîdên rêya azadiyê.”

S. B

K24

bottom of page