Serok Barzanî: Jinên Kurdistanê herdem piştevanên Pêşmerge bûne

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8 Adarê, roja cîhanî ya jinan peyameka pîrozbahiyê belav kir.
îro (8 Adarê) bi helkefta roja cîhanî ya jinan, Serok Mesûd Barzanî peyameka pîrozbahiyê li ser twîtera belav kir. Peyama wî wiha ye:
"Bi helkefta roja cîhanî ya jinan pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Jinên Kurdistanê herdem li şoreş û berxwedanê da palpiştên Pêşmerge bûne û roleke wan ya mezin li xebata azadîxwaziya gelê xwe da hebûye û qurbanî dane."
BasNews