Serok Barzanî helwêsta xwe derbarê serok wezîrê raspartî aşkera dike


Serok Mesûd Barzanî radigehîne, helwêsta Kurd derbarê serok wezîrê raspartî girêdayî têgehiştina wî ye bo rewşa Herêma Kurdistanê.

Di dîdarêkê de , li gel rojnamer ya Îndîpêndint, serok Barzanî ragehand, Mehemed Tewfîq Elawî, ji malbateka birêz û nasyayî yê Bexdayê ye, lê erkek mezin li ser milane, bi sedema hebûna evan hemû girûpên çekdarên ji yasayê derkevtî, nekare di erkê xwe de serkevtî be.

Got jî: Helwêsta Kurd derbarê serok wezîrê raspartî, girêdayî ye bi rol û têgehiştina wî li rewşa Herêma Kurdistanê.

Derbarê Emerîkayê jî, serok Barzanî xuya kir, sala 2011yê, ez li gel wê yekê nebûm hêzên Emerîkayê ji Îraqê derkevin, ez di wê bawerîyê de bûm, teror destê xwe bi ser pişkeka mezin ji axa Îraqê re digire û metirsîya wê li ser Herêmê dê hebe. Niha jî bi sedema milmilanêya di navbera Emerîka û Îranê de, daxwaz derkevtina wan hêzan dihêt kirin, ev jî tenê bo rakêşana sozê xelkê û muzayedeye, çunku hebûna hêzên Emerîkayê bo akincî û dahata Îraqê giringe.

Xuya jî kir, heke Emerîak derkeve welatên din ên Hevpeyamanîya Nêvdewletî jî dê derkevin û piştî şeş mehan Daiş dê vegere.

Hevdem serok Barzanî, sersurmanîya xwe nîşan da ji rolênn dij yekên Emerîkayê li bakûra Sûriyê û ragehand, xwezî ez têbigehêjim Emerîakyê çi ji Kurdên Sûriyê dixwaze? Heke mebesta wê parêzvanîya wan e, ev tiştek başe, lê ewa  me bînî, gumanê dixe ser evê yekê. Kurdên Sûriyê heya radeyeke mezin bawerî bi Emerîkayê neman, lê niha hêdî hêdî ew bawerî careka din durist dibe.

K24