top of page

Serok Barzanî daxwaz ji aliyên siyasî dike di asta berpirsiyariya neteweyî û niştimanî de bin


Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, Cejna Remezana pîroz bi derfet dizanim ku daxwazê ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bikim, bi navê rûbirûbûna gefan û derbaskirina vê rewşa nehemwar ya di asta berpirsiyariya neteweyî û niştimanî de bin û rêya tebayî û birayetî û yekrêziyê li ber bigrin.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhan û Iraqê bi giştî û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û her wiha karmendên dezgehên emnî û tendirustiyê yên Kurdistanê û hemû aliyên peywendîdar dikim ku li çend mehên derbasbûyî bi navê parastina selametiya welatiyan zehmetê kêşan û şev û roj xebitîn.

Mixabin ji ber şewba Korona û qeyranên siyasî yên Iraqê û rewşa xerap ya aboriya navxweyî û cîhanî, Herêma Kurdistanê di rewşeke nehemwar û hestiyar û li ber gefeke nû de ye. Cejna Remezana pîroz bi derfet dizanim ku daxwazê ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bikim, bi navê rûbirûbûna gefan û derbaskirina vê rewşa nehemwar ya li asta berpirsiyariya neteweyî û niştimanî de bin û rêya tebayî û birayetî û yekrêziyê li ber bigrin. Daxwaz ji hemû aliyan dikim li şûna hevdû şikandin û dirustkirina alozî û nakokiyên zêdetir, pêkve ji bo çareserkirina giriftên xelk û nehiştina astengiyên li ber gelê Kurdistanê hevkarê hevdû bin. Xelkê Kurdistanê li benda wê yekê ye ku hemû aliyên siyasî û her çi destkeft û serkeftina gelê Kurdistanê jî hebûye bi saya yekrêzî û hest bi berpirsiyariya aliyan hatiye holê. Ji wê yekê jî piştrastim ku gelê Kurdistanê pişt bi xwedayê mezin bi serbilindiyê ve nexweşî û qeyranan derbas dike.

Di vê helkefta pîroz de hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim û hêviya ewe dixwazim xwedayê mezin rojî û îbadeta hemû misilmanan qebûl kiribe û ev cejne bibe cihê dawî hatina teror û nexweşî û êş û janan û vegerandina aramî û aştiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

Mesûd Barzanî

30 ê Remezana 1441 ê Koçî 23.05.2020 Zayînî

K24

bottom of page