Serok Barzanî bo Hikûmeta Iraqê: Vê xwînrijandinê rawestînin û xwepêşanderan biparêzin

Hewlêr-KDP.info- , 7 FEB 2020 - Mesûd Barzanî derbarê bûyerên li Bexda û Necefê dilgiraniya xwe der birî û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir rê li xwînrijandina hemwelatiyan bigire.
Serok Mesûd Barzanî roja 06.07.2020, peyamek derbarê rewş, alozî û herwiha xwepêşandanên li Iraqê belav kir û ragihand, “Em gelek dilgiran in derbarê pêşketinên tundî û bûyerên xwînî yên çend rojên derbasbûyî li Bexda û Necefê” û herwiha tekez kir, “Em gelek bi tundî şermezariya xwînrijandin, kuştin û bikaranîna tundutîjiya li dijî xwepêşanderan dikin.”
Serok Barzanî di peyama xwe de daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike rê li ber xwînrijandinê bigire û jiyana hemwelatî û xwepêşanderan biparêze. Serok Barzanî dibêje, “Em daxwaz dikin hikûmeta Iraqê û dezgehên fermî û peywendîdar erkên xwe yên ji bi rêlibergirtina xwînrijandin û parastina jiyana hemwelatiyan û xwepêşanderan bicih bikin.”
Herwiha Serok Barzanî bi pêwîstî dizane ku, “Aliyên siyasî ji bo gihiştina çareseriyê, bi zimanê eqil û mentîq muamele li gel vê qeyrana kûr bikin ku rû li Iraqê girtiye.”
Di dewama daxuyaniya xwe de Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo daxwazên rewa yên xwepêşanderan û hemwelatiyan dûpat kirin û serxweşî “li kesukarên qurbaniyan û şehîdên bûyerên vê dawiyê yên li Iraqê” kirin û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran xwest.
KTV