Serok Barzanî: Çanda pêkvejiyanê şanaziyekî mezin a gelê Kurdistanê ye


Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Ekîto ya serê sala nû ya Babilî Aşûrî peyamek belav kir û têde pîrozbahî li pêkhateyên Kildanî, Aşûrî û Siryanî yên Herêma Kurdistanê û tevahiya cîhanê kir. Serok Barzanî dibêje: “Pêkvejiyan û çanda lêborînê şanaziyekî mezin a gelê Kurdistanê ye.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya bi helkefta hatina Cejna Ekîto pîrozbahî li pêkhateyên Kildanî, Aşûrî û Siryaniyên kir û got: “Pîrozbahiyekî germ pêşkêşî xwişk û birayên Kildan, Siryan, Aşûriyên li Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya aramî û bexteweriyê ji bo hemûyan dixwazim.”

Serok Barzanî dibêje: “Li vê helkeftê de tekez li ser çanda birayetî û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikîn, ji ber ku pêkvejiyan û çanda lêborînê şanaziyekî mezin a gelê Kurdistanê ye û erkê me hemû aliyek e ku vê çanda dewlemend biparêzîn.”

Barzanî herwiha anî ziman ku di vê demê de ku hemû cîhan girêdayî vîrusa koronayê bûye de hêviya xweşiyê ji pêkhateyên Kildanî, Aşûrî û Siryanî yên Herêma Kurdistanê û tevahiya cîhanê xwest.

RÛDAW