Serokên 4 dewletan dê derbarê rewşa Idlibê de bicivin

Serokomarê Tirkiyê, ragihand, ew dê roja 5ê Adarê li gel Putin, Macron û Merkel civîneke çar alî encam bidin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê gotarek pêşkêş kir û derbarê rewşa li parêzgeha Idlib a Sûriyê de ragihand ku ew dê li ser vê mijarê civîneke çar alî encam bidin.
Erdogan di wê gotara xwe de amaje bi peywendiya telefonî ya li gel Putin kir û got, “Ji bo me meseleya Idlibê bi kêmanî bi qasî Efrînê girîng e.”
Serokomarê Tirkiyê ragihand jî, ew dê roja 5ê Adarê li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel civînekê derbarê vê mijarê de encam bidin.
Erdogan diyar jî kir, “Hêvîdar im ev mesele di berjewendiya me û birayên me yên Sûrî de bi encam bibe.”
Li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, artêşa Sûriyê dest bi operasyoneke berfireh kiriye ku di encamê de hejmareke bajarok û deverên stratejîk kontrol kirine.
Tirkiye jî ku niha hejmareke xalên wê yên çavdêriyê li Idlibê ketine jêr dorpêça artêşa Sûriyê, neraziye ji vê rewşê û heta niha hêzeke zêde şandiye Idlibê û hewl dide pêşveçûna hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve rawestîne.
RÛDAW